Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî li Başûrê Rojava Pêşdeçûnên Girîng bi Dest Dixe


Artêşa Sûrî û hevalbendên wê di encama êrîşekê îro Pêncşemê de, herî kêm 30 km sînorê wî welatî yê bi Urdunê, ji destê serhildayan sitandin.

Ofîsa ragihandinê ya Hîzbullaha hevelbenda hikûmeta Sûrî, ji Reuters’ê re got ku artêşa
Sûrî û hevalbendên wê hemî xalên ewlehîyê li ser sînorê yên li nêzî Siwêda girtin bin kontrola xwe.

Herêma Siwêda di hindurê agirbesta başûrê rojavayê Sûrîyê de cîh nagire, ku di meha Tîrmehê de ji hêla Amerîka û Rûsya hatibû îmza kirin.

Komên serhilda ku hinek ji wan piştgirî ji dewletên Ewrupî û yên Ereb werdigirin, hîn jî piranîya herêmên hevsînorên Urdun û Îsraîlê kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG