Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Kadroyên PKK li Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat Mezlûm Kobanî
Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat Mezlûm Kobanî

Berî çend rojan Gruba Krîzan a Navnetewî di raportekê de li dor Bakur û Rojhilata Sûrîyê, behsa hebûna kadroyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûrîyê kir, ku mijareke nakok e di navbera Rêvebirîya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de.

Li gor Gruba Krîzan, fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) Mezlûm Kobanî gotîye wan û ENKSê, di axaftinên ku Amerîka navberîyê dike de, erê kirîye li ser vekişîna gav bi gav a kadroyên PKKê yên ne Sûrî ji postên wan û dawî jî derxistina wan bo derveyî Sûrîyê.

Kobanî gotîye wan bêhtirî dused hezar Sûrîyên tomarkirî di dezgehên wan ên sivîl û leşkerî de hene û ti pêwîstîyeke rastîn bi piştgirîya herêmî ya Kurdî nîne.

Kobanî dibêje wan ti dem ji bo vekişandina temam a kadroyan destnîşan ne kirîye, lê proseyê dest pê kirîye û dê berdewam be.

Rola kadroyên PKKê yên ne Sûrî di şerê Sûrîyê de çi bû û çima daxwaza derketina wan ji Sûrîyê dibe?

Vekişîna kadroyan çiqas pêkan e û dê çi li ser erdê biguhêre?

General Mezlûm Kobanî çiqas desthilat heye ku vê yekê pêk bîne û PKKê bi xwe çiqas amade ye ji Sûrîyê derkeve?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi beşdarbûna du mêvanan gotûbêj dike:

Kadar Pîrê û Kawa Azîzî
Kadar Pîrê û Kawa Azîzî

Dr. Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê ku li Herêma Kurdistanan Îraqê dimîne û rêzdar Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Frensa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 1/12/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:57 0:00


XS
SM
MD
LG