Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Suryanî li Mêrdînê bi Kuştina Kalekî 92 Salî Ketiye Nav Tirsê


Li Mêrdînê, li gundê Enhil (Yemişli) ya Midyadê şeva Duşemê kalekî 92 salî yê Suryanî li ber derîyê mala xwe di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Gevrîye Akguç ku bi navê Bavê Silêman dihat nasîn, Cîgirê Serokê Yekîtîya Suryanîyên Cîhanê bû.

Dozgerîya Midyadê, ser kuştina Akguç dest bi lêpirsîneke berfireh kir û heta niha 15 kes hatin desteser kirin.

Îdia heye ku di nav wan 15 kesan de qorîcîyên Suryanî jî hene.

Serokê Komela Yekîtîya Suryanîyên Mêrdînê, Yuhanna Aktaş ji Dengê Amerîka re da zanîn ku Gevrîye û hevjîna wî piştî ku êvarê ji mêvandarîyê vegerîne, li ber derîyê malê rastî êrîşê hatine.

“Xanîyê wan bi hewş e. Hevjîna wî li pêşî bûye, dema hatîye hewşê, jinik çûye destşoyê. Gevrîye jî dema xwestîye kilîta derîyê malê veke, êrîşkar çar gule berî serê wî dane û revîye. Heta hevjîna wî giheştiye hawara wan êrîşkar çûye û meytê Gevrîye li erdê bûye.”

Gevrîye Akguç li ber nivîsa gundê xwe xwanê dibe
Gevrîye Akguç li ber nivîsa gundê xwe xwanê dibe

Bi bawerîya Aktaş êrîşkar xwe li hewşê veşartîye û kemîn danîye.

“Ne zelal e, lê em bawer dikin ku Gevrîye jiber pirsgirêka erd û rezan hatiye kuştin. Gevrîye li gund ji maleke berbiçav û dewlemend e û erd, rez û baxçeyên wan pir in.“
Aktaş herwisa dîyar kir ku Gevrîye jî di salên 90’î de wekî bi hezaran Suryanîyan neçar mabû ku jiber şer û pevçûnên navbera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewletê ji gund koç bike.

“Gevrîye jî mala xwe bir Stenbolê, zarokên wî çûn Swêdê. Piştî koça wan gundîyên Misilman erd û zevîyên wan dajotin. Lê di qadastroyê da tapo li ser navê wî ye û di salên dawîn de Gevrîye jî xaniyê xwe nû kir û salê çend caran dihate gund li mala xwe dima. Jiber vegera gund û ser erd û zevîyan dijmintî bi gundê cîran re peyda bibû. Em bawer dikin jiber wê neyartîya ser mal û milk ew hate kuştin.”

Aktaş îdia kir ku bi van êrîşan tê xwestin ku çavên Suryanîyan bitirsînîn û wan bidin revandin.

''Di nav civaka me da metirsîyek heye ku ev ne êrîşa dawîn be. Ti zirarek me negihiştîye kesî, em civakek bê zirar û bê parastin in. Lê, vegera Suryanîyan ne bi dilê wan gundîyan bû ku bi salan e li ser erdê wan rûniştine û erdê wan dajon. Ev jî sedem e ku Suryanî rastî êrîşan tên. Niha li deverê bi sedan dosye hene ku Suryanîyan doz vekirine, erd û milkên xwe dixwazin.’’

Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) yê Mêrdînê George Aslan roja Sêşemê kuştina Gevrîye Akguç anî rojeva parlamana Tirkîyê.

Aslan, ku bi xwe jî Suryanî ye, îdia kir ku ev ne êrîşeke tekane ye, lê armanca wê tirsandina çavê Suryanîyan e ku ew ji axa xwe dûr bikevin.

Wî bang li karbidestan jî kir ku êrîşkar û kesên plankar lezûbez desteser bikin.

Dozgerî heta niha derbarê êrîşê da duxyanîyek belav nekiriye û heta amadekirina vê nûçeyê ti kesî kuştina Akguç nexistiye stûyê xwe.

Par jî li gundê Badibe ya Nisêbînê jî welatîyekî Suryanî yê bi navê Gevrîye Sari hatibû kuştin.

Di sala 2021’an de jî li gundekî Şirnexê hevjînên Keldanî, Şîmonî û Hurmuz Diril hatibûn kuştin. Termê Şîmonî piştî 70 rojan li nava çemekî hatiibû dîtin, lê meytê Hurmuz hîn jî hinda ye. Ji kuştina wan gundîyek Keldanî hatibû girtin, lê wî ew kiryar li xwe dananîbû.

Hêjayî gotinê ye ku li Mêrdîn û bajarok û gundên wê ji 3 hezarî zêdetir Suryanî dijîn û pirtir ji 30 gundên wan hene, lê herî zêde Suryanî li Stenbolê dijîn ku hejmara wan bi texmînî 12 hezar e.

KHF_11_8_2023_Gevriye_Akguc
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00
XS
SM
MD
LG