Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Xwendinek di Hilbijartinên Parlemanî yên Sûriyê de


Ferîd Saadûn

Roja Yekşemê hikûmeta Sûriyê hilbijartinên parlemanî li herêmên di bin destê xwe de li dar xistin, piştî paşxistina du caran bi sedema belavbûna vîrusa koronayê.

Ev cara sêyem e, ku hilbijartinên parlemanî yên Sûriyê dibin ji dema destpêkirina kirîza welêt ve di sala 2011an de, û ew vê carê di 20 saliya serokatiya Beşar Esed de bûn ku di salên şer de gelek hewildan û daxwazên daxistina wî ji ser desthilatê têk çûn.

Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê carê jî rê neda ku sandiqên dengdanê li navçeyên di bin kontrola wê de bêne danîn ji bilî çargoşeya ewlekariyê li bajarê Qamişlo ku di bin destê hikûmeta Sûriyê de ye.

Herçendî civaka navnetewî pênasînê bi encamên van hilbijartinan nake, hikûmet û alîgirên wê hilbijartinan rewa dibînin û li gor encamên wan welêt birêve dibin.

Bernameya Hest û Helwest vê hefteyê bandor û encamên van hilbijartinan û helwesta aliyên pêwendîdar li gel şîrovekarê siyasî Ferîd Saadûn ku li bajarê Qamîşlo dimîne, şîrove dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG