Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

13 Leşkerên Sûrî di Êrîşeke DAIŞ'ê de Hatin Kuştin


Parêzgeha Humsê ser nexşeya Sûrîyê.
Parêzgeha Humsê ser nexşeya Sûrîyê.

Di encama êrîşekê de li naverasta Sûrîyê bi kêmî 13 leşkerên artaşa Sûrî hatin kuştin û 18 din jî birîndar bûn.

Ajansa SANA ya dewletê ragihand ku êrîşa ser basa leşkerî îro Yekşemê li nêzîk stasyona 3 ya beyabana Humsê pêk hat.

Ajansê dîyar nekir kî li dû êrîşekê bû, lê jêderekî leşkerî yê Sûrî eşkere kir ku ew êrîşeke terorîst bû.

SANA herwiha da zanîn ku destpêkê vê salê jî çekdarên DAIŞ’ê êrîşek li heman deverê pêk anîbû û di encama wê de jî pênc leşker hatibûn kuştin û 20 jî birîndar bûbûn.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, ku bigneha wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku êrîşa Yekşemê li naverasta Sûrîyê ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve pêk hatiye.

DAIŞ li wan deveran çalak e û her demekê hêzên hikûmeta Sûrî û mîlîşyayên ser bi wê dike armanc.

Do Şemîyê jî, rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê berpirsîya xwe hember du operasyonên dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêra Zorê ragihand. Yek ji êrîşan li ser xaleke kontrolê ya HSD’ê li bajarokê el Buseyra bû, lê ti zîyanên giyanî tê de nebûn. Di êrîşa din de jî şervanekî HSD’ê birîndar bû.

XS
SM
MD
LG