Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd û Hikûmeta Sûriyê Qonaxa Piştî Vekişîna Amerîka Gotûbêj Dikine


Berpirsekî Kurdên Sûriyê dibêje guftûgo berdewam in di navbera hikûmeta Dîmeşqê û Kurdên Sûriyê de li dor dagirtina valahiya ku dê vekişîna leçşkerên Amerîkî li dû xwe bihêlin.

Berpirsê ku nexwest navê xwe diyar bike, îro Şemiyê got berpirsên Kurdên Sûriyê serdana Rûsya kirine.Rûsya çavdêriya axaftinên di navbera herdû aliyan de dike.

Kesê berpirs got guftûgo berdewam in û keş û hewa wan jî erênî ye.

Tê zanîn, serokê Amerîka Donald Trump nîva meha borî ragihandibû ku dê 2,000 leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne.

Kurdên Sûriyê yên ku serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demukrat dikin xemên xwe li dor biryara Trump a vekişînê derbirîn, di demekê de ku Tirkiyê gefa operasyoneke leşkerî dijî wan dixwe.

XS
SM
MD
LG