Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrê Çello Behsa Hilbijartinên Fedralîzma Bakurê Sûriyê Dike


Fedralîzma Bakurê Sûriyê amadekariyên xwe dike ji bo qonaxa duyem a hilbijartinên encûmenên xwecihî ku, dê roja Înê bêne lidarxistin.

Rojnamevan Stêrê Çello di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser amadekariyên hilbijartinan û got:

“Li hersê herêmên Fedralîzma Bakurê Sûriyê amadekarî dibin ji bo van hilbijartina û piştî ew bi serî bibin wê kongirek çêbe bi navê Kongira Gelan a Demukratîk.”

Çello ku, li bajarê Kobaniyê dimîne, bal kişand ser rewabûna van hilbijartinan, di demekê de ku, jimareka mezin a xelkê van herêman koçber bûne. Wî got, ev hilbijartin rewabûna xwe ji rûniştvanên niha yên van herêman distîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Stêrê Çello 29_11_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00

XS
SM
MD
LG