Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bendên Li Pêş Hewlên RêkeftinaTevgera Siyasî ya Kurdên Sûriyê


Kawa Azîzî û Gewher Heyder
Kawa Azîzî û Gewher Heyder

Tevî hewlên gelek alîyan, û di nav de jî Amerîka ku navberîya wan dike, diyar e axaftinên gihîştina rêkeftinekê di navbera Partîyên Yekîtîya Niştimanî û yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê de rastî hin bend û kospan bûne.

Guftûgoyên ku di Nîsana sala 2020an dest pê kirî û du gerên wê serkeftî bi dawî bûn, lê alîyên siyasî nikarine gera sêyem dest pê bikin.

Ji bilî nakokiyên herdu alîyên sereke yên guftûgoyan hin partî û rêxistin û dezgeh li derveyî wan mane û rexne û helwest û bîr û boçûn li ser wan hene.

Kêşeyên li pêş nêzîkbûna herdu alîyên guftûgotan çine û çima ew nikarin dest bi gera sêyem a guftûgoyan bikin?

Partî û rêxistin û çarçoweyên li derveyî van guftûgoyan çi dibêjin û ew mîkanîzmeke çawa ji rêkeftineke berferehtir re pêşniyar dikin?

Hebûna rêkeftinekê di nava Kurdên Sûrîyê de dikare çi qezencê bike û bêyî wê berê tevgera siyasî ya Kurdên Sûrîyê li ku ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Xanim Gewher Heyder, endama damezrêner ya projeya Bizav ji bo nûavakirina tevgera Kurdî li Sûrîyê ku li Almanya dimîne û Dr. Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 6/29/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:48 0:00


XS
SM
MD
LG