Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî û Serhilda Piştî Erdhejê Cara Pêşîn Pev Çûn


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand hêzên hikûmeta Sûrîyê û serhilda piştî erdheja 6’ê Sibatê bi şev cara pêşî pev çûne.

Erdhejê bandor li bakurê rojavayê Sûrîyê kiriye ku ew herêm di bin kontrola serhildayên Sûrî de ye.

SOHR’ê ragihand ku hêzên hikûmetê derdora bajarok Atarebê topbaran kirine.

Li gor Ragihandian SOHR’ê dema topbaranê hêzên hikûmetê û serhilda ketine şer germ yê nêzîk.

Rêvebirê SOHR’ê Ramî Ebdulrehman dîyar kir ku di erdhejê de li Atareb û li herêmên derdorê 235 kes di erdhejan de mirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku erdhejê li bakurê rojavayê Sûrîyê 4,400 kes kuştine.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê di sala 2011’an de destpê kir û di şer de bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan kes jî ji neçarî li derveyî welêt bûne penaber.

Berî erdhejêê li li bakurê rojavayê Sûrîyê zêdetirî 4 mîlyon kes hewceyî alîkarîyan bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG