Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Pêşerojê ya Sûrîyê Kongreya Yekê li Reqa li Dar Xist


Salvegera yekê ya damezrandina Partîya Pêşerojê ya Sûrîyê li navenda Reqa hat lidarxistin û tê de xebatên wê hatin nirxandin.

Serokê partîyê Îbrahîm Qeftan got ku ew kar dikin ku tundûtûjîyê ji nav welatîyan rakin û komên tundrê venegerin.

“Em dixwazin ku peyama partîya xwe bigehînin gel loma em dixwazin wan rêxistin bikin. Em hewil didin ku li hemî bajarên Sûrîyê kar bikin jiber ku em partîya tevahîya Sûrîyê ne.”

Cîgirê serokê partîyê Îbrahîm Ferec, derheqa hevdîtinên wan yên bi Şamê re got ku îhtîmal e di demên pêç de civîn di navbera wan de hebe.

“Ta vê demê ti hevdîtin di navbera me û Partîya Baas de çênebûye, lê di stratejîya me de heye ku bo dîyalogê û çareserkirina rewşa Sûrîyê em bang li hemî partîyan bikin.”

RK_04_10_2019_Syria_Fut_Party
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG