Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest:Wergerandina Siyasî ya Rêkeftina Niftê ya Amerîka û Kurdên Sûriyê


Sînatorê komarî di daniştineke komîta pêwendiyên derve ya konrêsê de berî çend rojan ragihandibû ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mezlûm Ebdî rêkeftinek bi kompaniyeke niftê ya Amerîkî re îmze kiriye ji bo vejandina zeviyên niftî li bakur rojhilatê Sûriyê.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ku ew jî di wê daniştinaê de amade bû, piştgiriya rêveberiya Amerîka ji bo vê rêkeftinê anî ziman û got ew niha di warê cîbicîkirinê de ye.

Di demekê de ku Amerîka cezayên abûrî yên bi navê Qeyser li ser Sûriyê sepandine, hin çavdêr vê rêkeftinê wek alîkarî ji Kurdên Sûriyê re tînin ziman da ku karibûn danûstandinê bi kirîza abûrî ya Sûriyê re bikin.

Ev rêkeftin ji bo rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê tê çi wateyê û Amerîka dixwazê çi bibêje?

Bi îmzekirina rêkeftineke wiha re, qezencên herdu aliyan çine û riyaksyona welatên derdora Sûriyê çi ye?

Ev rêkeftinê wê çawa bandorê bide ser reweşa niha ya li ser erdê ji aliyê berhemînan niftê û şandina wê bo derve?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel du mêvanan gotûbêj dike:

Xebat Şakir, niwênerê partiya yekîtiya Demokrat PYD li Almanya û şîrovekarê siyasî Şêrwan Îbrahîm ku li Qamîşlo dimîne.

Şêrwan Îbrahîm û Xebat Şakir
Şêrwan Îbrahîm û Xebat Şakir

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 4/8/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG