Navenda Belgekirina Weqfa Mafên Mirov ya Tirkîye (TÎHV), raporta êşkence û reftara xirab ya navbera 2018-2021'an ya li Tirkîyê eşkere kir.
Li gor raporta TÎHV'ê, li Tirkîyê di nav çar salên dawî de herî kêm 13 hezar û 965 kes bi êşkence û reftara xirab hatine desteser kirin û 266 kes jî birîndar bûne.
Pêzanînên TÎHV'ê yên çar salên borî wiha ne:
Di 2018'an de 3 hezar û 997 kes hatin dester kirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Di 2019'an de 4 hezar û 253 kes hatin dester kirin û 95 kes jî birîndar bûn.
Di 2020'an de 2 hezar û 14 kes hatin dester kirin û 65 kes jî birîndar bûn.
Di 2021'ê de 3 hezar û 701 kes hatin dester kirin û 55 kes jî birîndar bûn.
TÎHV eşkere dike ku li Tirkîyê rêjeya êşkence û muameleya xirab, her sal bilind bûye.
TÎHV'ê di destpêka pandemîyê de kêmbûneke çêbûye, lê di nav saleke pandemîyê de, ev rêje jinûve bilind bûye.
Rexistin dide zanîn ku, di navbera 1 Rêbendana 2015’an û 30 Nîsana 2021’an de, 4 hezar û 141 kesan bo piştgîrîyê serî li rexistina wan dane.
Tirkîye, peymana dijî îşkencê û muameleya xirab ya bi Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1988’an de îmza kiribû.
Di xala 2 ya paragrafa 2' yê ya peymanê “Dijî Êşkence û Muameleya Xirab” de wiha tê gotin:
“Bi ti awayekî, ne di dema şer û ne jî di gefa şer de, di rewşa awarte yan jî bêaramkirina sîyasî de, kes nikare bo karanîna êşkenceyê, sedem nîşan bide.”
Raportêrê taybet ya bo êşkenceyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE), di raporta xwe ya taybet ya sala 2017’an de hişyarî dabû Tirkîyê.
Wî gotibû ku “di qadên vekirî de û xwepêşandanê civakî de, kesên ku ne pêkan e ku birevin, ji alîyên hêzên ewlekarîyê ve rastî zext û dijwarîyan hatine.”
TÎHV herwiha bal dikşîne hem ser daxuyanîyên YE û hem jî ser raportên ku hatine amade kirin û destnîşan dike ku tevî ew qas hişyarîyan jî, li Tirkîyê ne êşkence bi dawî bûye û ne jî dest ji kiryarên xirab hatiye berdan.
Hun dikarin ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.