Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Sizayên Amerîka Dijî Îranê Û Siberoja Rejîmê


Tirej New
Tirej New

Dûşemba derbazûyî sizayên nû yên li dijî Îranê hatin biryar dan, piştî ku serokê Amerîka Donald Trump dayî diyar kirin ku Amerîka xwe ji Pêkhatina Navokî ya bi Îranê re vekişand, ya ku weke pêkhatina 5+1 tê naskirin ya sala 2015an ku welatên zilhêz bi Îranê re projeya Navokî îmze kir bûn, Amerîka di serdema serokê berê yê Amerîka Barack Obama de, di nav pêkhatinê de bû, pêkhatin her tim ji aliyê Trump ve di dema kampeyna hilbijartinên serokatiyê heta niha ciyê rexen girtina wî bû, di got pêkhatina herî xerab bi nav dikir.

Sizayên nû yên Amerîka li dij Îranê ragihandine pêwîste heta meha Mijdara îsal pêk bên, sedema sizayan ne tenê projeya Navokî ya Îranê ye, belkî Amerîka û hevpeymanên wê di wê bawerê de ne ku Îran sedema nerihetiyê ye li herêmê û cîhanê.

Rêberên Îranê liser zarê çend karbidestên bilind yên leşkerî û siyasî sizayên nû bi dojminkarî nav kirin û wan dan zanîn ku ew bo her bersivdanekê di amadene.

Erê Amerîka dixwaze rejîma Îranê bihê guhertin, yan dixwaze tenê Îranê lawaz bike?

Erê Amerîka çend piştgirîya opsizyona Îranê di nav de Kurd jî, dike?

Siza û toleyên aborî bi serê xwe, dikarin bibin sedem ku rejîma Îranê bihê guhetin?

Bernama Tîrêj bo şirovekirina vê mijarê mêhvandarîya rojnamevan Kakşar Oermarî û rojnamevan Emar Gulî ji navenda Nûçe û Şiroveyan ya Roj dike.

Bernama Tîrêj
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:31 0:00

XS
SM
MD
LG