Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Trump yê bo Ewlehîya Navxweyî Bossert Kar Berda


Tom Bossert, şêwirmendê ewlekarîya navxweyî ya serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê karvekişîna xwe da û bû endamê herî dawî yê kabîneya Trump ku dest ji kar berda.

Ti sedem jibo karberdana Bossert nehat dayîn, lê ew biryar rojeke piştî ku konservatîfê tund John Bolton, wek şîretvanê ewlekarî dest bi kar kir, hate dayîn.

CNN û Bloomberg News ragihand ku Bossert ser daxwaza Bolton dest ji kar berda.

Bossertê 43 salî ji roja sondxwarina Trump vir ve, di warê ewlekarîya hindurîn de şîretvanê Trump bû. Wî herwiha di sîyaseta Trump ya derbarê bahozên wêrankar yên sala çûyî li Teksas, Porto Rîko and û Giravên Virgin Islands de roleke girîng lîstibû.

Bossert pir caran di bernameyên televîzyonî de nûnertîya helwest û nêrîna rêvebirîya Trump dikir.

Hin şîrove hebûn ku Bossert li şûna H. R. McMaster bibe şêwirmendê ewlekarî yê Trump, lê wî biryar li ser Bolton dabû.

XS
SM
MD
LG