Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Amedê Dibêje ku Doza Tahir Elçi di 21'ê Cotmehê de Destpê Dike


Baroya Amedê
Baroya Amedê

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, di çarçoveya vebûna sala nû ya dadgehan de daxuyanîyek da û da zanîn ku doza Tahîr Elçî di 21’ê Cotmehê de destpê dike.

Di encama lêkolîna zanistî ya baroyê de, sê polîs wek gumanbar di lêpirsînê de îfade dabûn, lê dozgerîya Amedê her du endamên Yekêneyên Parastina Sîvîl (YPS) kujer nîşan daye.

Aydin got ku li gor pêdaçûna lêpirsînê, bi wan bawerî çêbûye tê xwestin her sê polîsan bêsûc derxin û ser kuştina Elçî bigirin.

Baroya Amedê di daxuyanîyê de herwiha bang li parêzer Aytaç Unsal kir ku dawî li çalakîya xwe ya rojîya mirinê bîne.

Unsal, bi parêzera Kurd Ebru Tîmtîk re di 5’ê Nîsanê de jibo dadkirina adilane dest bi rojîya mirinê kiribû, lê Tîmtîk di 25’ê Tebaxê de jîyana xwe ji dest dabû.

Baroya Amedê jibo Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala jî banga azadîyê kir.

Baro dibêje ku tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan her du jî jiber zextên sîyasî yên li ser dadgehê nayên berdan.

KHF_09_02_2020_Doza_Elçî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00

XS
SM
MD
LG