Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May: Danûstandinên Brexit'ê Nayên Paşxistin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dibêje ti guhertin di dema danûstandinên derketina ji Yekîtîya Ewrupa (Brexit) de tuneye ku li ber e di 19'ê Hezîranê destpê bibin.

May daxwaz ji hilbijeran kir ku di hilbijartinên giştî yên hefteya were de piştgirîyeke xurt bidin û destê wê di danûstandinan bi hêz bikin.

"Ew danûstandin dê tenê 11 roj piştî hilbijartinan destpê bikin û ew dê neyên paşxistin yan betal kirin. Ewrupî jibo demên ku hatine destnîşan kirin amade ne," May li Londonê ji nûçegîhanan re got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Brîtanî di 8ê Hezîranê de, jibo hilbijartinên giştî yên pêşwext diherin ser sindoqan.

May biryara hilbijartinê da ku berî danûstandinên piranîya destê xwe xurtir bike û bi piştgirîyeke mezintir têkeve danûstandinên Brexît’e, lê di anketên dawî de desteka wê bi awayekî berbçav hindiktir bûye.

XS
SM
MD
LG