Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May ligel DUP Peymaneke bi 1.3 Mîlyar Dolaran Îmza Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May îrio Duşemê peymanek bi Partîya Yekîtîxwaz ya Demokratîk (DUP) îmza kir ku beramber piştgirîya partîya ya Îrlandaya Bakurî, 1.3 mîlyar dolar diravên din bide mezintirîn partîya Protestan ya wê herêmê.

Piştî ku Xanim May di hilbijartinên pêşdem yên 8’ê Hezîranê de piranîya parlemanî ji dest dabû, wê hewilên xwe didomand ku desteka DUP misoger bike û budceya hikûmeta xwe û qanûnna Brexite bide pejirandin.

May û rêbera DUP’ê Arlene Foster di îmzakirina peymana sê rûpelî li ya 'pêbawerî û piştgirî' li Downing Street de amade bûn ku hin kes ew yek wek koalîsyona nefermî dinirxînin.

Li gor peymana îmzakirî, 10 parlamenterên DUP'ê wê piştgirî bidin 318 Konservatîfên May’ê ku di parlemana 650 kursîyan de budceya nû, qanûna derketina ji Yekîtîya Ewrupa û mijarên din bidin pejirandin.

XS
SM
MD
LG