Kompanyayên telefona mobîl T-Mobile US û Sprint ragihand ku wan li ser peymaneke bi 26 mîlyar dolarî li hev kiriye ku her du kompanya bibe yek.
Daxuyanîya hevbeş ragihand ku bi yekbûna her du şîrketan karên nê dê werin afirandin û Amerîka di avakirina nifşa nû ya tora mobile wê bikaribe Çînê têk bibe.
Ger hikûmeta Amerîkî rê bide yekbûna her du kompanîyan, hejmara kirîyarên kompanya nû wê 127 mîlyon kes be û ewê bikaribe li hember Verizon Communications Inc û AT&T Inc (T.N) karekî xurtir bike.
Verizon li Amerîka kompanya herî mezin ya telefona mobîl e û 116 mîlyon kirîyarên wê hene û ya duyê jî AT&T ye ku xwedîyê 93 mîlyon bikiran e.
Berpirsê bilind yê T-Mobile, John Legere got ku ewê piştî yekbûnê şîrketa bi kapasîteya herî mezin ava bikin, xîzmetên bi buhayê nizim pêşkêş bikin, karên nû biafrînin û xizmetên xwe bigehînin heremên dûrdest.