Berî krîza Sûrî destpê bike, bajarê Tabqa wek Sûrîyeyeke biçûk dihate nasîn jiber ku Ereb, Kurd, Dirûz, Kristîyan û Alevî anku rûniştvanên ji hemî netew û bawerîyan li wê derê dijîn.
Piştê ku Artêşa Azad ya Sûrî ket nava bajêr, kuştin û koçberkirina ser nasnameyên destpê kir û Alevî, Durzî ji Tabqa derketin.
Di sala 2013’an de Enîya Nusra û Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê zext li welatîyên Krîstîyan dikirin ku ji Tabqa koçber bibin.
Di sala 2014’an de piştî DAIŞ’ê hemû ketîbeyên Artêşa Azad ji Tabqa derxistin û desthilata xwe ser hemû parêzgeha Reqa ragihand, dest bi ferzkirina cizyê kir. Yên nikarin bidin yan wê Misilman bibûna û yan ji ji herêmên bin desthilatdarîya DAIŞ’ê derketebana.
Tevî ku li Tabqa sê kenîse hebûn û merasîmên olî li dihatin çêkirin, niha li bajêr Kristîyan tunene.
DAIŞ’ê herwiha zext li ser Kurdên Tabqa jî kir. Dema şer di navbera wê û hêzên Kurdî de derket, beşê mezin ji Kurdan, ku ji Efrînê bûn, neçar bûn vegerin Efrînê.
Hevseroka komîteya karûbarên civakî Leyla Mihemed ji Dengê Amerîka re ragihand ku tundîya komên çekdar Tabqaya pir ol û netew, tenê bi yekrengî hişt jiber ku niha tenê Erebên Sunnî mane.
Piştî rizgarkirina Tabqa ji alîyê Hêzên Sûrîya Demoratîk (HSD) ve, ti cûdahî di navbera ol û netewan de nema û beşek ji Kurdan vegerîyan Tabqa, lê Mesîhî, Alevî, Dirûz û Ismailî hîn venegerîyane.