Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Gumanbar Yên Kuştina Tahir Elçî Piştî 4 Salan Îfadeyan Didin


Baroya Amedê derbarê lêpirsîna kuştina Tahir Elçî

Baroya Amedê derbarê lêpirsîna kuştina Tahir Elçî da daxuyaniyek da û destnîşan kirin ku piştî çar salan îfadeya her sê polîsên gumanbar hatiye girtin.

Du polîs hê, jî li ser kar in, lê polîsek ji sedemek cuda jikar hatiye avêtin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar dike ku, di heqê polîsan da lêpirsîn nehtaiya destpêkirin.

Cîhan Aydin bibîr xist ku, Baroya Amedê raporek zanistî li Zanîngeha Londonê da amadekirin û di wir de eşkere bûye ku Tahîr Elçî bi guleya yek ji hersê polîsan hatîye kuştin.

Birêz Aydin destnîşan kir, ku baro di 14ê Kanûna 2018an de encamên raporê pêşkêşê dozgeriyê kirine, lê dozgerî 13 mehan şûnda îfadeyea polîsan girtiye. Baro dixwaze polîs bi kuştina Tahîr Elçî werin dadgeh kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00


XS
SM
MD
LG