Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî Xelata Azadîyê Da Jîna Emînî


Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî, xelata mafên mirovan ya bo bîranîna Tahîr Elçî da Jîna Emînî ku di Îlonê de di derdestîyê de canê xwe ji dest dabû û bûbû sembola protestoyên dijî rejîmê.

Di merasîma xelatdayînê de malbata Jîna li ser navê wê ew xelat sitand.

Rêvebirên Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî jibo ewlekarîya malbatê nexwestin ku wêne û vîdeo werin girtin.

Turkan Elçî, seroka Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî, dîyar kir ku ew cara pêşîn e ku ew xelatê didin.

Elçî bal kişand ser têkoşîna bi hezaran jinên Îranî û got ku jiber ku ew xelatê didin jineke kuştî ew dilşikestî ne, lê ew bi jinên Îranî û Afganî ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin û Weqfa Mafên Mirovan ya Tahîr Elçî bo bîranîna wî hatibû damezrandin ku têkoşîna maf û hiqûqê bide.

XS
SM
MD
LG