Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahrîr El Şam Peymana Îdlibê Pejirand


Tahrîr El Şam, ku li Sûrîyê koma cîhadî ya herî mezin e, ragihand ku wan Peymana Îdlibê pejirandîye.

Tahrîr El Şam, girêdayî El-Qaydê ye û berê bi navê Cephetul Nusra dihat nasîn.

Li gor Peymana Îdlibê ya di navbera Rûsya û Tirkîyê de hat îmza kirin, ji 15’ê Cotmehê pê ve divê hemî çekên giran û komên cîhadî ji herêmeke ku bi qasî 15-20 kîlometre fireh e derkevin.

Enîya Rizgarîya Neteweyî ya bi piştgirîya Tirkîyê peyman pejirandibû û Enqerê ew demeke dirêj e hewil dida ku Tahrîr El Şamê jî bo qebûlkirina peymanê îqna bike.

Tahrîr El Şam tevî ku ji hesabên medya civakî ragihand ku dê li gor Peymana Îdlibê tevbigere jî, rêxistinê da zanîn ku ewê çekên xwe radest nekin û ‘’têkoşîna cîhadê’’ bidomînin.

Şerê navxweyî ya Sûrîyê ji 2011’an vir ve didome û Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye. Hikûmeta Sûrîyê bo Îdlibê hazirîya operasyoneke leşkerî dikir, lê bi peymana Rûsya û Tirkîyê rê li ber opeasyonê hat girtin.

Berî hazirîya operasyona dijî herêmê li wir nêzî 3,000,000 kes diman, lê heta niha nîvê vê hejmarê ji wir koç kirine.

XS
SM
MD
LG