Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke DAIŞ'ê de Herî Kêm 2 Kes li Tacîkistanê hatine Kuştin


Karbdestên Tacîkî ragihand ku mîlîtanên rêxistina Dewlet Îslamî (DAIŞ) êrîş birin ser xaleke parastina sînor û bi kêmî ve nobedarekî sînorî û polîsekî kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku êrîş bi dema xwecîhî di demjimêr 3yê sibê de qewimî û 20 kes êrîşî xala nobedarî ya li ser tixubê ya li herêma Rudakî ya hevsînora Ozbekistanê kirin.

Karbistên xwecîhî ragihand ku êrîşvan ji Afganistanê hatine, lê heta niha ti daxuyanî ji alîyê DAIŞ'ê nehatiye dayîn.

Wezareta Navxweyî ya Tacîkistanê ragihand ku 15 çekdarên nenar ji alîyê hêzên wê ve hatine kuştin û 5 çekdarên mayîn hatine desteser kirin.

Wezaretê herwiha dîyar kir ku 4 trombîlên çekdaran jî hatine rûxandin.

XS
SM
MD
LG