Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Derketina Ji Welêt Ya Afganîyên bi Belge Qebûl Dike


Hêzên Talîbanê yên ber derîyê balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Kabul
Hêzên Talîbanê yên ber derîyê balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Kabul

Brîtanya, Amerîka û welatên din îro Duşemê bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kirin ku Talîban dê destûrê bide tevahîya hemwelatîyên biyanî ji Afganistanê derkevin.

Hevdem, hat ragihandin ku Talîban dê destûrê bide hemwelatîyên Afganî jî yên ku ji welatekî din xwedî belgeyên rêwîtiyê bin, Afganistanê biterikînin.

"Me ji Talîbanê garantî wergirt ku tevahîya hemwelatîyên biyanî û her hemwelatîyek Afganî ji welatekên me xwedî belgeyên rêwîtiyê dê werin hiştin ku bi rengekî ewledar û rêkûpêk biçin xalên derketinê û derkevin derveyî welat, "daxuyanîyê got.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku welatên weke Australya, Japonya, Fransa, Îspanya û gelek welatên din jî, ewê jibo Afganîyên destnîşankirî dayîna belgeyên rêwîtiyê bidomînin.

XS
SM
MD
LG