Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Talîbana Pakistanî Melê Fazlullah di Êrîşeke Esmanî de Hate Kuştin


Melê Fazlullah
Melê Fazlullah

Karbidestên Afganî dibêjin ku rêberê Talîbana Pakistanî, Melê Fazlullah di êrîşeke esmanî ya Amerîkî û Afganî de hate kuştin.

Fermandarekî hêza navnetewî ya bi pêşengîya NATO jî piştrast kir ku Fazlullah roja Pêncşemê hate kuştin.

Pentagonê jî berê ragihandibû ku wê hember rêberekî bilind yê Talîbanê, êrîşeke esmanî li istana Kunar ya rojhilata Afganistanê pêk anî. Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re gotibû ku bi bawerîya wan kesê kuştî Fazlullah e.

Fazlullah mîlîtanê herî xwestî yê Pakistanê bû û ji qirkirina xwendingehê ya 2014’an ku 132 zarok tê de hatibûn kuştin. Xwendekar Malala Yusufzayî jî di heman êrîşê de birîndar bûbû.

XS
SM
MD
LG