Îsraîlê îro Înê biryar da ku jiber sedemên mirovahî bihêle parlamantera Amerîkî Raşîda Tlaîb serdana malbata xwe ya li Kenara Rojava bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Pêncşemê ragihandibû ku ewê nehêlin ku endamên Civata Nûneran ya Amerîkî yên Demokrat Raşîda Tlaîb û Îlhan Omer têkevin nav axa Îsraîlê.
Lê, wî gotibû ku ger Tlaîb daxwaza serdaneke mirovahî ya bo dîtina malbata xwe bike û qala boykotkirina Îsraîlê neke, hîngê Îsraîê dê pêdaçûnê ser wê daxwazê bike.
Tlaîb bi nameyekê ji wezareta navxweyî Îsraîlî xwest ku destûr bide wê ku serdana pîrika xwe ya 90 salî û merivên xwe yên din bike.
Wezaretê jî daxwaza Tlaîb pejirand û got ku ser bingeha mirovahî destûr ji Tlaîb re hate dayîn ku serdana dapîra xwe ya 90 salî bike.
Serokê Amerîka Donald Trump bang li Îsraîlê kiribû ku rê nede serdana Tlaîb û Omer û Demokratên nav Kongresê û rêxistinên Fîlîstînî qedexeya Îsrîalê biryar bi tundî şermezar kiribûn.