Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Herêmeke Sereke li Bakurê Afganistanê Kontrol Dike


Çekdarên Talîbana Afganî êrîşên organîzekireî ji sê aliyan ve birin ser navçeya Sayad li parêzgeha Sari Pul a bakurê welêt, û di encamê de bi kêmanî 7 endamên hêzên ewlekariyê kuştin, li gor berpirsekî parêzgehê.

Peyvdarê parêzgarê Sari Pul, Zabî Amanî, îro şemiyê got çekdaran herêma stratîjî ya Mirzawalang li Navçeya Sayad kontrol kir piştî du rojan ji şerekî giran li dijî hêzên ewlekariya Afganistanê.

Amanî got:

“Me piştgiriya leşkerî ji hikûmeta navendî xwest, mixabin, tiştek negihşt me, loma hêzên ewlekariyê kontrolkirina Mirzawalang jidest dan. “

Qarî Yûsif Ahmadî, ku peyvdarekî Talîban e, di emailekê de ji bo medya berpirsiyariya Talîbanê li dor êrîşan ragihand.

Amanî got 10 çekdarên Talîban, di nav de jî du serkirdeyên gurûpan di şer de hatin kuştin û 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG