Rêvebirîya Talîbanê destûr neda raportora taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Richard Bennett ku têkeve nava axa Afganistanê.
Berdevkê Talîbanê ji televîzyona Tolo re got ku Civata Mafên Mirovan ya NY propogandaya derew belav dike.
Bennett, di sala 2022an de saleke piştî hatina Talîbanê ya ser desthilatê, ji alîyê Civata Mafên Mirovan ya NY ve hatibû erkdar kirin ku rewşa mafê mirovan ya li Afganistanê bişopîne.
Tevî ku Bennett li dervayê Afganistan dimîne, wî jimareke caran seredana wî welatî kiribû.
Wî di daxuyanîyên xwe yê berê de gotibû ku reftara Talîbanê ya dijî qîz û jinan giheştiye asta tawanên dijî mirovahîyê.
Berdevkê Talîbanê Abdul Qahir Belkhi ji Reuterse got ku Bennett nekarîya vîzaya rêwîtîyê ya jibo Afganistanê bistanda.
Jêder: Reuters