Wezareta Beravaniya hikûmeta Talîbanê îro Yekşemê ragihand ku di encama ketina helîkoptereke leşkerî de li bakurê welat, du firokvan mirin, firoka ketî ji çêkirina û bermayên leşkerê Amerîkî ye.
Wezîrê Berevaniyê di twîtekê de wiha got: "Helîkoptereke MD-530 ya hêzên esmanî yên welat ku ji firokexana Mezar-Şerîf ber bi Samanganê ve diçû, bi stûna elektirkê ket."
Di meha Îlonê de jî, helîkoptereke Black Hawk ku ketbû destên hêzên Talîbanê piştî vekişîna ne rêkûpêk ya Amerîkî ji Afganîstanê, di dema rahênanan de li Kabulê ketibû xwarê û du pîlot û karmendekî tîma firokê jiyana xwe ji dest dabûn.
Dema ku di sala 2021-an de Amerîka ji Afganistanê derket, leşkerê Amerîkî bi buhayê mîlyaran dolaran firoke, otmbîl, çek û alavên din li paş xwe hiştin, ku dihat gotin gelek ji wan, ji kar ketîbûn.
Hin helîkopter jî, ji aliyê hêzên hikûmeta berê ya Afganê ve ber bi welatên Asyaya Navîn ve hatbûn firandin, beriya ku Talîban welat bi temamî kontrol bike.
Rayedarên Talîbanê karîbûn hin firokeyan çak bikin, di nav de helîkopter, ku tê gotin ew firoke niha ji aliyê firokvan hikûmeta berê ya Afganistanê ve tên ajotin.
Berpirsên rejîma Talîbanê di pîrozkirina yekemîn salvegera xwe ya cardî hatina ser desthilatê de li Afganistanê, roja 31ê Tebaxa sala borî hin alav û cebilcane di merasimeke leşekrî de nîşan dabûn.
Jêder:AFP