Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Talîbanê: Pakistan Rê Dide Dronên Amerîkî


Arşîv: Wezîrê Berevaniya Talîbanê Mullah Mohammad Yaqoob di beşdariya salvegera yekê ya kontrol kirina Afganistan da, Kabul, Aug. 15, 2022
Arşîv: Wezîrê Berevaniya Talîbanê Mullah Mohammad Yaqoob di beşdariya salvegera yekê ya kontrol kirina Afganistan da, Kabul, Aug. 15, 2022

Wezîrê Berevaniya hikûmeta Talîbanê Mohammad Yaqoob Mujahid îro Yekşemê Pakistan tawanbar kir ku rê dide dronên Amerîka û esmanê xwe vedike ku firînan li nava Afganistanê pêk bînin, wezîr ev pêngav weke berdewamiya "dagîrkariya" Amerîka binav kir.

Ev daxuyaniya Mujahid mehekê piştî ragihandina Serokê Amerîka Joe Biden hat, ya kuştina Aymen Al Zawahirî Rêberê rêxistina terrorist Al Qaidê bi rêya êrîşa dronî ku li taxekê Kabul di malekê da hatbû kuştin.

Mujahid dîsan dibêje, dronên Amerîkî heta niha firînan li esmanê Kabul pêk tînin.
Di bersivdana rojnamevanan de dema jê hat pirsîn, firokên bê firokevan (Dron) ji kuderê derbazî nava Afganistanê dibin, Mujahid bersiv da û got "Pêzanînên me diyar dikin ku ew dronên Amerîkî ne bi rêya bihavê esmanî yê Pakistanê têne Afganistanê." U "Em daxwazê ji Pakistanê dikîn ku rê nede Amerîka da ku bihavê wê yê esmanî bikar bîne." Mujahid got.

Lê heta niha bersiveke demûdest ya derbarê daxuyaniyên Mujahid ji aliyê leşkerê Pakistanî ve nehatiye dan, lê wan berî niha da bû zanîn ku wan rê nedaye esmanê wan bihê bikar anîn ya herî dawî êrîşa ser Zawahirî.

Mujahid derbarê hebûna firokên bê firokevan li Afganistanê got "berdewamiya dagîrkirina eşkere ya Afganistanê ye û bezandindina bihavê wê yê esmanê ji aliyê Amerîkîyan ve". "Ew, - Amerîkî- vê yê yekê bê şerim dikin, em van karên ne yasayî şermizar dikîn û bangî Amerîka dikin ku sinorê xwe nas bike."

Amerîka sala 2001ê êrîşî Afganistanê kir bû û yekemîn hikûmeta Talîbanê jinav birbû, piştî ku rêberên Talîbanê red kir ku Osama Bin Laden lîderê al Qaidê û grûpên Îslamî yên radîkal radestî Amerîka bikin, piştî êrîşa 11 Septemberê bo ser New York û Washingtonê pêkhatin.

Mujahid herwiha da zanîn ku ew heta niha lêkolînan dikin derbarê îdîyaên serokê Amerîka Joe Biden yên kuştina Aymen Al Zewaihrî, "emê datayan eşkere bikin dema ku her tişt temam bû," Mujahid got.
Berpirsên Talîbanê heta niha tekez li ser hebûna Zewahirî li Afganistanê nekirîye û pênasîn bi kuştina wî jî nekirîye.

Aloziyên ser sinorê Pakistan û Afgansitanê zêde bûn, piştî ku Talîbanê carek din li 15 Tebaxa sala borî Afghanistan kontrol kirbû, Islamabad Îdia dike ku komelên Îslamî yên radîkal ji welatî cîran bi rêxistinî êrîşî wan dike.

Talîbanê red kirîye ku komên çekdar yên Pakistanê hewandine, lê dîsan jî Talîban dilgirane jiber wî dîwarê ser sinorê Afgansitan-Pakistan yê ku 2700 kîlometran dirêje ku bi navê hêla Durand tê naskirin, ku di serdema kolonyalizmê de hatbû danîn.

Herwiha navbera Talîban û Pakistanê pitir aloz bû dema ku li Nîsana derbaz bûyî êrîşên esmanî yên Pakistanê bibûn sedema kuştin û birîndar kirina 10an kesan li rojhilatê Afganistanê.

XS
SM
MD
LG