Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dixwaze Amerîka Pêşniyarên Wê Bipejirîne


Berpirsekî gurûpa Talîbana Afghanistanê bang li Amerîka kir ku pêşniyara gurûpa wî bipejirîne ji bo pêşvebirina axaftinên aştiyê bi armanca dawîanîna 17 salên şer li Afganistanê.

Hibatullah Akhundzada ev axaftin di peyama xwe ya salane ya berî cejna Remezanê de kir, di demekê de ku proseya diyalogê di navbera Amerîka û Talîbanê de sar bûye.

Talîban rijd e ku ew şer ranawestîne ta ku hêzên biyanî yên ku Amerîka serkirdayetiya wan dike ji Afghanistanê derkevin.

Waşinton dibêje şandê Amerîka bi serkêşiya Zalmay Khalilzad gihiştiye rêkeftineke seretayî li gel gurûpa çekdar û çonîtiya ku hêzên biyanî ji Afganistanê vekişin li beramber gerantîkirina Talîbanê ku ti hêzên terorîst axa Afganistanê bikar neyîne ji bo êrîşkirina welatekî din.

Khalilzad ragihand ku rekeftina dawî ne tenê divê vekişîna hêzên biyanî vehewîne , belê agirbestekê li gel niwênerên civaka Afghanistanê û hêzên hikûmetê encam bide ji bo dîtina bingeheke hevbeş a çareseriyeke siyasî ya welêt.

XS
SM
MD
LG