Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban û Hikûmeta Afgan Berî Cejna Qurbanê Nêzî Danûstandinên Aştîyê Dibin


Talîbanê ragihand ewê hêzên ewlekarîya Afgan yên di destên wan de dîlgirtî ne di demeke nêz de berdin.

Yek ji berdevikên Talîbanê, Suheyl Şahîn ji Twitterê dîyar kir ku ewê dîlgirtîyên peywendîyên wan bi hikûmeta Afgan re hene, berî Cejna Qurbanê berdin û qonaxa berdana 1000 girtîyan temam bikin.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî dîyar kiribû ku ger Talîban dîlgirtîyan berde ewê danûstandinên rastexwe heta hefteyekê destpê bikin.

Ganî dabû zanîn ku ewê 5000 girtîyên Talîbanê yên li girtîgehan werin berdan.

Her du alîyan bo Cejna Qurbanê ji sê rojan re agirbest ragihandin.

Bo cîhê danûstandinên hikûmeta Afgan û Talîbanê her çiqas navên çend cîhan têne hildan jî jiber vîrusa korona cîh hîn zelal nebûye.

Di danûstandinan de, şandeya sîyasî ya Talîbanê, nûnerên Afgan yên ji baskên cuda, bizavkar û civaka sîvîl ya Afgan dê hazir bin.

Çavêre ye ku gera yekê ya danûstandinan li Doha ya Qatarê pêk were ku ji zû de ye buroya sîyasî ya Talîbanê li wî bajarî ye.

Danûstandinên berê jî li Doha çêbûbûn û di 29’ê Sibatê de her du alîyan li hev kiribûn ku 5000 girtîyên Talîbanê û 1000 karmend û karbidestên ewlekarîyê yên hikûmeta Afgan werin berdan.

XS
SM
MD
LG