Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrişî Paytexta Eyaleta Bakurê Rojavayê Afganistanê Dike


Leşkerekî artêşa Afganistanê

Karbidestên herêmî yên li bakurê Afganistanê îro Çarşemê ragihand piştî êrîşên xurt yên Talîbanê, hêzên wan avahîyên hikûmetê, navendên polîsan li bajarê Qala-e-Naw jinûve bi dest xistine, di nav welatîyan de yirs û bêaramî çêbû ye.

Walîyê eyaletê Husamuddin Shams ji Reuters re got Taliban serê sibehê ji sê alîyan êrîşî bajar kiriye û hêzên ewlehî yên Afganî dijî wan şer kirine.

Fermandarê hêzên taybet, Sayed Nezamî got, "herêm ji dijmin hatiye paqij kirin. Dijmin derbên giran xwar û niha em pêşve diçin û dijmin ji bajêr derdixin."

Karbidestekî wezareta berevanîyê ku nexwest navê wî were eşkere kirin da zanîn ku çekdarên Talîbanê, kontrola ofîsa heremî ya Rêvebirîya Ewlekarîya Neteweyî (NDS) û navenda polîs bidest xwestin, û hewl didan ku kargêriya walîyê eyaletê bigirin, berîya ku hêzên taybet wan paşve vakişandin.

Fawad Aman, cigirê berdevikê wezareta berevanîyê, got ku hêzên hikûmetê, avahîyên polîs û NDS paşve wergirtine û di nav çend demjimêrên bê de, ew hêvî dikin ku bajêr ji çekdarên Talîban paqij bikin.

Ji alîyê din, karbidestan ragihand ku bo têkbirina çekdarên Talîbanê êrişên esmaî têne kirin û hêzên taybetî hatine şandin.

Abdul Azîz Bek, serokê civata parêzgeha Badghis, got ku hêzên Afganî dijî çekdarên Talîbanê, piştî nîvro dest bi êrîşên asmanî kirine.

Azîz Bek destnî şan kir ku jiber alozîya li bajarê Qala-e-Naw, 200 girtîyên li girtîgeha Badghis revîne.

Her wiha, walî Shams dîyar kir ku heremên din yên Badghis li derveyî paytextê, dema ku hêzên ewlehîyê herem vala dikirin, di destê Talîbanê bûn.

Wezîrê berevanîya Afganistanê Bismîllah Mihemedî di daxuyanîyeke de got ku şer giheştîye qonaxeke 'dijwar' û hêzên ewlehîyê 'di bin her şert û mercî de, bi tevahîya hêz û çavkanîyên xwe Afganistanê û hemwelatîyên xwe diparêzin'.

Pêşbînîya serfirîzîya Talîbanê bo bi mîlyonan Afganîyên bajarî, bi taybet jî bo jin û keçên ku ji dibistanê qedexe bûn yan jî yên ku piranîya wan di bin serwerîya Talîbanê de dixebitin, sedema metirsî û fikaran in. Talîban dibêje ku ew hatine guhertin, lê gelek kes bi guman in.

Hêzên Amerîkî, hefteya borî bo bidawîkirina şerê dirêj di dîroka Amerîka de, wek beşek ji lihevkirina bi Talîbanê re bingeha esmanî ya Bagram vala kiribû.

Hejayê bîr xistinê ye ku hêzên Amerîkî ji êrîşên el-Qayde yên 11'ê Îlona 2001'an yên li Amerîka vir ve dijî komên radîkal yên Îslamî li Afganistanê bûn.

Talîbanê êrîşên dijî hêzên Rojavayî rawestand, lê yên hemberî hikûmeta Afganî û sazîyên ewlekarîyê didomîne û hevdem li seranserê welêt destketîyên serwerîya heremî pêşve dibe.

Danûstandinên aştîyê yên di navbera her du alîyan de heya niha bê encam mane.

Hevdem, Îranê îro mêvandarîya nûnerên Talîban û hukûmeta Afganî kir û ji wan re got ku ew amade ye alîkarîyê bike ku krîz bidawî bibe.

XS
SM
MD
LG