Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Talîban Karbidestên Hikûmeta Berê Dikuje


Neteweyên Yekbûyî (NY) ser kuştina karbidestên hikûmeta Afganistanê ya berî desthilatdarîya Talîbanê belav kir.

Li gor rapora NY’ê, Talîban ya di meha Tebaxê de kontrola Afganistanê bi dest xwe xistibû, heta niha pirtir ji 100 karbidestê hikûmeta berê û karmendên bo hêzên leşkerî yên navneteweyî kuştine.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres di ser raporê re da zanîn ku her çiqas Talîbanê gotiye ewê bo karbidestên hikûmeta berê û endamên hêzên leşkerî efûyeke giştî ragihînin jî agahîyên ji wir tên nîşan didin ku wê bepirsên berê kuştine.

Rapor dide zanîn ku ji sê paran du parên kuştinan bêyî ku biryareke dadgehê hebe çêbûne.

Ew rapora NY’ê dîyar dike ku bizavkarên mafên mirovan û xebatkarên medya jî di bin şertên giran de dixebitin û rastî tundûtûjîyê tên.

NY’ê helwesta Talîbanê ya dijî protestoyên aştîyane û sînordarkirina jîyanên jinan jî xistiye raporê.

Alîkarîyên ji derve derbazî Afganistanê dibûn, piştî Talîbanê kontrola wir bi dest xistiye, hatine rawestandin.

Dewletên rojavayî yên hikûmeta Talîbanê nas nakin, dibêjin bo alîkarî jinûve destpê bikin divê ew rêxistin li gor mafên mirovan tevbigere.

XS
SM
MD
LG