Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Heta Leşkerên Amerîkî Diqedin Dê Cîhad Bidome


Çekdaren Talîbanê
Çekdaren Talîbanê

Reuters’ê ragihand ku Berdevkê Talîbana Afgan biryara Serokê Amerîka Donald Trump, ku gotibû ewê ne bo demeke dîyar lê li gor şertan Afganistanê bimînin, şermezar kiriye.

‘’Li şûna ku şerê li Afganîstanê didomînin, Amerîkî divê vekişandina leşkerên xwe ji vî welatî bifikirin’’ Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid bi daxuyanîyekê got.

Mujahîd bi berdewamî dîyar kir ku ewê li Afganistanê ‘’heta leşkerên Amerîkî hemî diqedin cîhadê bidomînin.’’

Serok Trump êvara Duşemê li Bingeha Hevbeş ya Myer-Henderson Hall ya nêzî Washingtonê stratejîya nû ya li Afganistanê eşkere kiribû.

‘’Vekişandina hêzên me ya lêz û bez wê valahîyeke neyarane ava bike ku terorîstên mîna DAIŞ û El Qaydê dê wê valahîyê tijî bikin’’ Trump gotibû.

Trump dîyar kiribû ku stratejîya Amerîka ya li Afganistan û Asya Başûr ewê bi awayekî berbiçav biguhere û ser bingeha pêdivîyên li erdê were meşandin û ewê ti car ji berê de ranegihînin ku kengî dest bi operasyonên leşkerî bikin û kî çax dawî li wan operasyonan bînin.

XS
SM
MD
LG