Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peydabûna Talîban Û Cîyê Wê ya Nav Civaka Navnetewî Û Grûpên Îslamî yên Tundrê


Lîderên Taliban

Talîban bizaveke siyasî, leşkerî, Îslamiye, sala 1994ê derket, piştî ku alozî û şerên navxweyî li Afganistanê çêbûn dema ku Yekîtiya Sovyeta berê sala 1989ê ji Afganistanê xwe vekişand.

Wan jibo bicîanîna rêbaz û yasayên xwe şêwazên hovane bo sizadana xelkî bi kar dianîn, sizayên weke celdekirin, jêkirina endamên leşî û sêdaredanên bi komî encam didan.

Bingeha Talîbanê ji herêmên gundan hatine û bi taybetî gundewarên Qandahar ku piranîya wan û eslê wan ji grûpa etnîkî ya Paştûn in, ku herêma Qandahar bingeha derketina Talîban e, li başûrê welat.

Sovyeta berê di sala 1979ê de kete Afgansitanê, lê piştî 10 salan wê xwe ji Afganistanê vekişand, şerê navxweyî pêk hat û grûpên Îslamî, ku navê Mucahid li xwe kirin, di sala 1989ê de bûn sedema derxistina Sovyetê ji Afganistanê .

Ji encama şerên navxweyî, emîrên cengan (Warlord) li Afganistanê derketin û nakokî zêde bûn. Di nava wan aloziyan de Talîban jî derket û bingeha xwe ji nirxên Îslamê, ji quran û şerîatê fîqha Îslamê wergirt û sizadana eşkere ya li meydanan pêk anî, weke recimandina jinan û kuştina jinan bi keviran û rêbazên gelek tund li dij jinan bi kar dianîn.

Piştî ku sala 1996ê Talîban hat ser desthilatê û gelek herêmên Afganistanê kontrol kirin, lê nikarî bû wî demî jî bakurê Afgansitanê kontrol bike.

Weke çawa di van rojan de jî piştî derketina Amerîka û hêzên biyanî ji Afganistanê derketine, lê hê jî herêma Panjşir ya li bakurê Kabul ya paytext ji derveyî kontrola Talîbanê de ya ku roja 15 Tîrmeha 2021ê xwe gihand bû Kabul û kontrola piranî ya axa Afganistanê kirî.

Talîbanê ku li ser destê Mula Mohamed Omer li Qandahar hat avakirin, Îmareta Îslamî li Afganistanê damezrand, êdî ew welat bo hêlîna rêxistina tundrê yên cîhadî û selefî yên yên weke El Qayde û yên din.

Girêdayî gefa rêxistina El Qayde ya niha lawaz bûyî di 20 salên şerê li Afganistanê de wezîrê berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin roja Pêncşemê 9ê Îlona 2021ê got ku El Qayde ya tundrê dikare careke din li Afganistanê bi hêz bibe.

Austin ev axaftin di preskonferansekê de li paytexta Kuweytê, di dema serdana xwe ya çar roji de bo welatên Kendavê de kir.

Wî da zanîn ku Amerîka amade ye rê li ber vegera Qayde li Afganistanê bigire da ku careke dinî gefan li Amerîka neke.

"Civaka navnetewî bi tevahî li wê yekê temaşe dike ku gelo el Qayde şiyan hene ku careke din li Afganistanê bi hêz bibe. Hêvîya Qaede û DAIŞ ew e ku hergav hewil didin cihekî ewle ji xwe re bibînin da ku xwe jinûve ava bikin, çi li wir be, çi jî li Somalê, yan jî li çi cihekî din yê bê desthilat. Ez bawer dikim ku ev xwezaya wê rêxistinê ye."

Talîban û rêxistinên din yên Îslamî li Afganistanê her tim li ser ewlekariya civaka navnetewî gefe ne. Di sala 2001ê peykerê dîrokî yê bawermendên Bozî ku li Bamiyan bû hilweşand. Her çende hemî hêzên navnetewî û Netewên Yekgirtî rica kirin, lê Talîbanê guh neda çi hêzan ew peyker wêran kir.

Dr. Farsat Marie pisporê dîroka Îslamê û grûpên Îslamî
Dr. Farsat Marie pisporê dîroka Îslamê û grûpên Îslamî

Dr. Farsat Marie, pisporê dîroka Îslamê û grûpên Îslamî dibêje ku Talîban grûpeke mela ye ku Sûnî ye û mezheb Henefî ye.

"Navê komê ‘Talib’ e anku xwendekar, grûpek feqiyên Afganîne ji qewmiya Peştûn in, ku qewmiyek sereke ye li Afganistanê gelek jî li Pakistanê hene, wan li mizgeftan xwendiye li ser mezhebê Henefî ku mezhebek serekîye li Afganistanê. Pakistan û hin welatên Asya Navîn, li medresên Deobendî xwendiye."

Dr. Farsat dide zanîn ku bingeha wan ya pêşî bi rêya medresên Deobendî ji Hindistanê li Afgansitan û Pakistanê belav bûne û Talbîban sala 1994ê li bajarê Qandahar ku bingeha wan ya serekîye li ser destê Mela Omer hatiye damezrandin.

Dr. Farsat weha dibîne ku di dema xwe ya destpêkê de, grûpeke tundrê bû, lê niha hinekî nermrê ye.

Dr. Hamze Şoşî Pisporê Pisên Îslamê
Dr. Hamze Şoşî Pisporê Pisên Îslamê

Derbarê peydabûna Talîban û encamên derketina wan li Afgansitanê Mamostayê zanîngehê û pisporê pirsên Îslamê Dr. Hemze Şoşî dibêje ku di destpêkê de Talîban herekeke civakî, ayînî bûye.

"Talîban ne bi şêweke rêxistinî çêbûye karê xwe kiriye, ew ji encama seytera leşkerê Sovyetê bo Afganistanê weke reaksîyon derketiye. Derketina wan sala 1994ê bû û di demekî kêm de Kabul girt û sala 1996ê hikûmeta xwe damezrand û gelek herêmên Afganistanê kontrol kirin, heta ku Amerîka sala 2001ê êrîşî Afgansitanê kirî û ji paytextê derxistîn."

Dr. Şoşî dibêje ku ji aliyê eqîde û bawermendiyê de, wan eqîda Eşaarîye, heta niha Eşaarî-Matridî ku fikreke "Ehil Al-Sûna Û Cemaa'e ye", heye.

Şoşî dîyar dike ku terîqeta Sofîzmê di nava Talîbandê de belave, herwiha terîqeta Neqşebendî, Ceştî, Qadirîya Suhrewerdî, di nav wan de di belav in, lê fikra selefî li cem Talîbanê lawaz e.

Şoşî herwiha dibêje ku di demekê de ew selefîyên gelek tundrê bûn, ew jî, ji encama mucahidên Arab yên selefî bû yên ku çûne Afganistanê bo şerê li dij Rûsya wî çaxî, ew jî, ji encama peredan û piştevaniya madî bû, lê wan vê dawiyê dît ku fikra selefî fikrek derveye hatî di nav wan de.

Îsmet Svêreklî-Berlin, Pisporê grûpê Îslamî li Tirkiyê
Îsmet Svêreklî-Berlin, Pisporê grûpê Îslamî li Tirkiyê

Derbarê çawa Talîban wiha zû kontrola hemî Afganistanê kir û hate ser desthilatê, Lêkolerê grûpên Îslamî li Tirkiyê û Herêmê Ismet Svêreklî ji Berlinê dibêje ku Amerîka projeya xwe ya Îslama siyasî guherand, û dest bi Îslama sekoler kir.

"Li gor vê projeyê Amerîka Afganistan radestî Talîbanê kir û leşkerê xwe vekişand. Ev vekişîn ne ya nû ye, di dema serokê berê yê Demokrat Barack Obama de jî, herwiha serdema serokê berê yê Komarî Donald Trump de jî, vekişîna hêzan ji Afganistanê li ser maseyê bû, heta ku Biden biryara vekişînê bi cîh anî.

Svêreklî weha dibîne ku Amerîka pirsgirêka Afganistanê avêt hembêza, Çîn, Pakistan û Rûsyayê

"Têkiliyên aborî yên Çînê bi Pakistanê re baş in û Talîban dê sûdê ji vê yekê wergire û Çîn jî li gor berjewendiya xwe dê Talîbanê bi kar bîne. Dibe ku Talîban bi hin berpirsên berê yên hikûmeta Afganîyên wek Hamid Karzai û Abdullah Abdulla. re bixebite, weke Svêreklî dibêje.

Lêkoler û Rojnamevan Kakşar Oremar-Pisporê pirsên Îranê
Lêkoler û Rojnamevan Kakşar Oremar-Pisporê pirsên Îranê

Lêkolîner û pisporê pirsên Îranê, Kakşar Oremar jî derbarê têkiliyên Talîbanê bi cîhana Şîa mezheb re bi taybetî bi Îranê re wiha dibîne ku destpêkê têkiliyên Îranê û Talîbanê nebaş bûn, jiber ku Talîbanê qetlîam li dij pêkhateya Hazare ku pêkhateke şîa mezhebe encam didan.

"Jiber vê yekê bû dema Amerîka, êrîşî desthilata Afganistanê kir di sala 2001ê de, Îranê bi pêzanînên îstixabaratî û leşkerî i dij Talîbanê alîkariya Amerîka kir. Jiber ku DAIŞ sala 2015an li Afgansitanê derket û xurt bû, jibo ku Îran sinorên xwe biparêze nêzî 70 hezar leşkerên xwe birin ser sinor."

Oremar balê dikşîne ser pirsa ku Îranê sinorekê dirêj ligel Afganistanê heye, pirsgirêkên mezhebî, yên bazirganiya narkotîkê, pirsa girtina avê, dihêle ku têkiliyên Talîban û Îranê dê di berzî û nizimîyan re derbaz bibin, yanî carna baş û carna jî xirab bin.

Dr. Zêrevan Berwarî Pisporê Têkiliyên Nêvdewletî-London
Dr. Zêrevan Berwarî Pisporê Têkiliyên Nêvdewletî-London

Derbarê têkiliyên Talîbanê bi el Qayde re Dr. Zêrevan Berwarî pisporê pirsên navdewletî û şêwirmendê Navenda London ya Pirsên Stratejî dibêje ku di salên 2000ê de Qaede li Afganistanê gelek bihêz bûbû, wiha bû êdî bandora wê li ser biryarên Talîbanê hebû.

"Piştevaniya Talîbanê ya al-Qaede û radest nekirina Osama Bin Laden bo Amerîka ne tenê pirsa îslamê bû belkî du fakterên din hebûn. Yek aborî, ku ew jî çavkaniya xwe ji bazirganiya narkotîkê di santd û ya din jî fand dihate di Afganistanê de, fanda(alîkarya diravî) ya al-Qaedê bû."

Dr. Zêrevan weha dibîne ku ew soz û hezkirina alîgirên Talîbanê bo rêxistina al-Qaede heyî, heta astekî dê her bimîne.

"Lê, ez ne di wê bawerê de me ku Talîban berdewamiyê bide hevkariya bi al-Qaede re jiber ku ewê hîngê berdewamiyê bide xeletiya xwe ya stratejî ya ku di salên 2000ê de kirîbû."

Berwarî şirove dike ku Talîban dê ne weke berê pêngavan pavêje, jiber ku ya hatî kirin li jêr hin prenensîp û lihevhatinan çêbûye û welatên herêmî di nav dane yên weke Qatar, Pakistan û Tirkiye.

Derbarê valahiya ji encama vekişîna Amerîka derketî holê, Dr. Zêrevan Berwarî dibêje ku valahiya ewlekarî dê bi rêya Pakistanê tijî bibe û hevkariya siyasî di warê nêvdewletî de di warê herêmî de, dê heta astekê bi rêya Qatar û Tirkiyê be.

"Jiber wê yekê Amerîka rasterast derbarê rewşa li Afganistanê peywendiyê bi Qatar û Tirkiyê re dike. Lê divê neyê jibîr kirin ku îro hêzke din li meydanê ye ew jî Çîn e. Jibo Çînê jî rewşa li Afganistanê rewşeke hesas e," weke Dr. Berwarî dibêje.

XS
SM
MD
LG