Karbidestên Afganî piştrast kir ku herî kêm 16 leşker di êrîşeke Talîbanê de, li bakurê rojhilata Afganistanê hatin kuştin.
Di êrîşa li herêmeke dûrdest ya eyaleta Badakhshan de, herwiha pirtir jî 10 kesên din jî birîndar bûn û jimareke nedîyar ya leşkerên din jî hinda ne.
Karbidest radigihînin ku endamên Talîbanê dest danane ser çekên giran, jimareke tank û alavên din yên leşkerî.
Di bûyereke din de, êrîşbirekî xwekuj li paytaxt Kabul êrîş biribû ser otobusekê ku karmendên ofîsa dozgerê giştî tê de bûn.
Di encama êrîşa ku danê sibê pêk hat de qewimî, bi kêmî 2 kes hatibûn kuştin, 20 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Hundir ya Afganistanê di daxuyanîyekê de ev êrîş şermezar kiribû û gotibû ku “ev yek nîşan dide ku terorîst bi hovane êrîşî mirovên sîvîl yên bê sûc dikin.”
Rêxistina Talîban ya tundrê berpirsîya êrîşê xistibû stûyê xwe û gotibû ku karmendên ajansa îstîxbaratên Afganî jî di otobusê de bûn.
Talîbanê dabû zanîn ku êrîş tolhildan bû, jibo danûstandina nebaş ya ligel girtîyên zindana Bagram ya jêr kontrola Amerîka.
Hêjayî balkişandinê ye, ew êrîş, piştî ku nûnerên hikûmetê û yên Talîban li Qeterê jibo gotûbêjên nefermî civîn, qewimî.