Talîbanê ji Al Jazeera TV re dîyar kir ku ew naxwaze ku dawî li danûstandinên li Doha were.
Karbidestekî hikûmeta Afgan yê bo danûstandinan jî ji kanala navend li Qatarê re da zanîn ku bo ew cidîbûna danûstandinan raber bikin ew li navbeynkarekê digerin.
Li gor ragihandina Al Jazeera TV, Talîban dibêje ku ne ew, lê hikûmeta Afgan red dike ku navbeynkarek bo danûstandinan hebe.
Ew rêxistin bang li civaka navneteweyî dike ku ‘’bi awayekî rast rewişa li qadê binirxîne.’’
Berpirsê Afgan dîyar kir ku Talîban li şûna danûstandinan berê xwe dide tundûtûjîyê û got ku divê civaka navneteweyî li ser wê rêxistinê zextê çêke.