Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Fîlmên bi Lîstikvanên Jin Qedexe Dike


Dîmeneke ji jîyana rojane ya jinên Afganî
Dîmeneke ji jîyana rojane ya jinên Afganî

Rêvebirîya Talîbanê îro Sêşemê jibo medyaya Afganistanê hin pîvanên astengkirin û qedexekirinê dîyar kir.

Talîbanê fîlmên televizyonê ku tê de lîstikvanên jin hebin û pêşkêşkerên jin ku 'hîcaba îslamî' li xwe nekin jî, qedexe kir.

"Ew fîlm û bernameyên ku jin tê de lîstikvanî kirine, divê neyên weşandin," Talîbanê got.

Hevdem, Talîbanê anî ziman ku rojnamevanên jin di weşanan de divê 'hîcaba Îslamî' li xwe bikin, bêyî ku wateya wê diyar bikin.

Berdevikê rêvebirîya Talîbanê îro ragihand ku Wezareta Ehlaq û Rûmetê ya Afganîstanê bo medyayê neh rêgez destnîşan kiriye.

Rêgezên hatine dîyar kirin bi giranî qedexekirina tevahîya sazîyên medyayê yên ku dijî "nirxên Îslamî yên Afganî" tevdigerin, armanc dikin.

Hin ji wan pîvanan bi taybet qedekirina jinan armanc dikin,gave ku di nava civaka navneteweyî de fîkaran zêde dike.

Her çend li Afganîstanê piranîya jinan di nav raya giştî de serê digirin jî,

daxuyaniyên Talîbanê yên ku dibêjin divê jin "hîcaba Îslamî" li xwe bikin, bi gelemperî aktîvîstên mafên jinan bi fîkar dike.

Aktîvîstên mafên jinan dibêjin wateya peyva "hîcaba Îslamî" nezelal e û dikare bi awayekî kevneperest were bikaranîn.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), rêgezên ser medyayê yên Talîbanê rexne kir.

HRW'yê destnîşan kir ku azadîya medyayê ya li Afganistanî ber bi xirabûnê ve diçe.

Patricia Gossman, rêvebira Asyayê ya HRW, di daxuyaniyekê de got ku "windabûna her cihekî opozîsyonê û xirabtirkirina sînordarkirinan yên dijî jinên medya û hunerê d wêranker e."

Karbidestên Talîbanê ji dema ku wan di 15'ê Tebaxê de dest danî ser Afganîstanê, hewil didin ku jinan û civaka navneteweyî pêbawer bikin ku mafên jinan dê werin parastin, lê pelek aktîvîst û jin gumanbar in.

Di dema desthilatdarîya berê ya Talîbanê de, di derbarê derketina ji malê ya jinan qedexeyên tund hatin hatibûn danîn.

XS
SM
MD
LG