Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Em Dikarin Piştî Cejna Qurbanê Dest bi Danûstandinên Aştîyê Bikin


Talîbanê ragihand ku ew bi hikûmeta Afganistanê re dikarin piştî Cejna Qurbanê dest bi danûstandinên aştîyê bikin.

Berdevikê Talîbanê dîyar kir ku ew dikarin dîlgirtîyan heta hefteyekê berdin û ger hikûmeta Afgan jî berdana girtîyên Talîbanê temam bike, ew piştî Cejna Qurbanê bo danûstandinê hazir in.

Ew daxuyanîya Talîbanê, ku ji Twitterê hat ragihandin, piştî guherînên berfireh yên di rêxistinê de pêk hat.

Talîbanê, kurê rêberê wê Mele Muhamed Omer, Mele Muhamed Yaqub bo baskê leşkerî erkdar kiribû û ji Rêberê Şura, ku baskê sîyasî yê herî bilind yê rêxistinê ye, 4 kes xistibû şandeya danûstandinê ya bi 20 kes.

Hikûmeta Afganistanê jî da zanîn ku ew ser lîsteya girtîyên Talîbanê hîn dixebitin.

Berdevikê Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Afganistanê Cavid Faysal dîyar kir ku 600 girtîyên ku Talîban berdana wan dixwaze, tawanên giran kirine û gotibû ku hikûmet dijî berdana wan e.

Li gor peymana ku Amerîka û Talîbanê di 29’ê Sibatê de li Doha ya paytexta Qatarê îmza kiriye, hikûmeta Afgan dê 5000 girtîyên Talîbanê, wê rêxistinê jî 1000 karmendên hikûmetê û karbidestên ewlekarîyê berdana.

XS
SM
MD
LG