Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Danûstandinên Aştî yên ligel Amerîka Betal Dike


Talîbanê îro Sêşemê ragihand ku danûstandinên aştî yên plankirî bi Amerîka re, jiber hin xalên girêdayî naveroka civînan, hatine betal kirin.

“Her du alî qayil bûn ku civîna li Qatarê pêk neyînin,” karbidestekî bilind yê Talîbanê ji ajansa Reutersê re got.

Karbidestên Talîbanê berê ji ajansê re ragihandibû ku danûstandin wê roja Çarşemê destpê bikin û heta Pêncşemê bidomin.

Talîbanê daxwazên hêzên xwecîhî red kiribû ku nûnerên hikûmeta Afganî jî di danûstandinan de cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG