Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban li Afganistanê bi Sedan Girtî Azad Dike


Xirabkarên Talîbanê avêtin ser girtîgeheke li rojhilata Afganistanê û bi sedan girtî berdan.

Karbidest dibêjin êrîş bi başî hatiye plan kirin û pêşî bi êrîşeke xwekujî ya otomobîlî destpê kir ku rê da xirabkaran ku tekevin nav girtîgehê.

Karbidestên Afganî didine zanîn ku ji 436 girtîyên nav zindanê, 355 di dema êrîşê de revîn ku li gor hikûmetê, 148 ji wan kesan, gefên ser ewlehîya netewî ne.

Daxuyanîya wezareta navxweyî got, 7 zerrevan di êrîşê de hatin kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn. Daxuyanîyê dîyar kir ku 5 xirabkar jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG