Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Peqîna Boston'ê di Lîsta Çavdêrîya CIA û FBI de Bû


Karbidestên Amerîkî dibêjin, ji du birayên ku peqîna Maratona Boston'ê pêk anîne, Tamerlan Tsarnaev di dawîya sala 2011'ê de ji lîsta dij-terorîzmê hatibû zêde kirin.

Karbidest dibêjin, Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) daxwaz kir ku navê Tamerlan Tsarnaev ji lîstê re were hindûrandin, piştî ku hikûmeta Rûsî xema xwe dîyar kir ku ew bûye Îslamîyekî radîkal.

Moskow herwiha di destpêka sala 2011’ê de derheqa Tamerlan Tsarnaev hişyarîyeke heman rengî şandiye Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI).

Karbidest didine zanîn ku FBI hinge vekolînek destpê kir, lê giheşte biryarekê ku tiştekî ku wî bi terorîzmê ve girê dide tune ye.
XS
SM
MD
LG