Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku civîna li Rîyad ya Erebistana Saudî ya karbidestên Washington û Moskowê ne destpêka danûstandinên ser aştîya li Ukrayna ye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Tammy Bruce îro Duşemê got ku bi civîna sibê Sêşemê wek gava yekê, ewê bibînin ku Moskow ser sekinandina şerê li Ukrayna cidî ye yan ne.
Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re axifîbû û ewê civîna sibê piştî wê axaftinê bibe qonaxa herî bilind.
Tammy axaftina Trump û Putin bi bîr xist û got ku civîna sibê jî wek dewama wê axaftinê ye.
Wê got ku ew bawer nake ku mirov civîna sibê nola tiştekî ser pêşveçûna danûstandinên jibo aştîya li Ukrayna bibînin.
Trump do Yekşemê dîyar kir ku ewê di demeke nêz de bi Putin re bicive, lê zêdetir hûrgilî nedan.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî ser civîna li Rîyadê got ku ew nehatine agahdarkirin û dîyar kir ku nabe ew peymaneke ser Ukrayna ya bê Ukraynîyan qebûl bikin.
Jêder: Reuters, AFP