Leşkerîya Amerîka îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku bingeha el-Tanf ya li rojhilata Sûrîyê bû armanca êrîşeke dronî.
Pentagonê da zanîn ku li heman bingehê çekdarên opozîsyona Sûrî yên bi piştgirîya Amerîka jî dimînin.
Wê dîyar kir ku di êrîşa ser bingeha leşkerî ya li herêma el-Tanf ku nêzî sînorên Sûrîye, Îraq û Urdunê ye, ti ziyanên canî çênebûye.
"Hêzên Operasyona Çareserîya Xwezayî, bi hêvrêzîya hevkarên me Maghaweir el-Thuwra re, bersîv dan êrîşeke bi dronan ya li derdora Bingeha El-Tanf, " leşkerîya Amerîkî got.
Serfermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê general John Brennan êrîşa dronî şermezar kir.
"Hêzên Koalîsyonê mafê xweparastinê diparêzin û emê bo parastina hêzên xwê tedbîrên pêdivî bigirin."
Brennan dîyar kir ku êrîşên bi vî rengî jîyana sivîlên Sûrî yên bêguneh dixe xeterîyê û hewldanên girîng yên hêzên hevkar yên Koalîsyonê bo têkçûna mayînde ya DAIŞ'ê têk dibe.
Hêzên Amerîkî û yên Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê li herema el-Tanf, perwerdehîyê didin hêzên opozîsyona Sûrîyê ku ew bikaribin dijî mîlîtanên DAIŞ’ê şer bikin.
Bingeh herwiha li ser rêyekê ye ku bo hêzên Îran piştgirî dike, wek girêdaneke girîng e, ku ji Tehranê heta Lubnanê dirêj dibe.
Hejayî gotinê ye ku heya niha ti kes yan rexistinê berpirsa êrîşê negirtiye ser xwe.