Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televizyona Sûrî: Dengê Gelek Teqînan li Nêzîk Sinorê Îraq-Sûriyê Hatiye Bihîstin


Bingeha Al Tanf Ya Leşkerî li Başûrê Sûriyê, ku hêzên Amerîkî li wêderê hene.
Bingeha Al Tanf Ya Leşkerî li Başûrê Sûriyê, ku hêzên Amerîkî li wêderê hene.

DUBAI/AMMAN, 5 Kanûn (Reuters) - Roja Yekşemê Televîzyona dewleta Sûriyê ragihand ku dengên gelek teqînan hatine bihîstin di nava baregeheke Amerîkî de li herêma Al-Tanf nêzîkî sînorê Iraqê.

Lê belê ev rapor ji aliyê fermandarekî koma serhildêr ya Magawir al-Thawra ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin hatiye red kirin, ku çend sed şervan bi serbazên Amerîkî re li baregeha Tanfê kar dikin, gotin ku teqîn beşeke ji rahênanên hevpar yên bejayî û esmanî bûn destpêka vê hefteyê hatine destpêkirin û dengê teqînan ji nava bingehê nehatye.

Bingeha leşkerî ya Al Tanf li herêmeke stratejîk a nêzî Sûrriyê û Iraqê re li durêyana serekî ye Otobana Bexda-Şam, rêya sereke ya dabînkirina çekane ya Tehranê bo nav erdê Sûriyê û çekdar kirina Hizbullaha Lubnanê yên bihêz e.

Herî dawî gelek balafirên bêmirov (Dron)an êrîşî derdora baregehê kirin li meha Oktobera borî, li gorî karbidestan Hêzên Amerîkî tu kuştî û birîndar di wê êrîşê de nebûn.

Zêdebarî ku hêzên Amerîkî li eniya pêşîn rastî êrîşan nayên, lê milîtanên girêdayî Îranê li Îraq û rojhilatê Sûriyê gelek caran bi dronan yan jî, mûşekan êrîşî ser armancên Amerîkî dikin.

Rûsya û hikûmeta Sûriyê gelek caran bang li Washington kirîye ku hêzên xwe yên bingeha Tanf vekişîne ku bi dirêjahiya 55 km (35 mîl)ane û weke "herêma dûrxistina pevçûan" hatiye ragihand.

Bingeha Tanf cara pêşî hat ava kirin piştî ku DAIŞê kontrola herêmên li Îraqê û rojhilatê Sûriyê kirbû, lê piştî derxistina çekdarên Dewleta Îslamê (DAIŞ) bingeha Tanf beşeke ji rolê Amerîka yê stratejî dibîne, bo rêgirtina li hember leşkerî kirina Îranê li rojhilatê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG