Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tankerên Banzîna Şerîketa Qeywan li Kendava Farisî Asê Mane


Sedan tankerên bar li "Derbenda Îman" li Kendava Farisî asê mane. Şofêrê tankerê Mehmûd Alî di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de dibêje, jiber encamdana referanduma Herêma Kurdistanê desthilatdarên Îranê nahêlin tankerên wan yên barkirî derbasî nav axa Îraqê bibin û ji wir benzînê barkirî bigehîn herêma Kurdistanê.

Şofêr herwiha dide zanîn ku wan benzînê di tankeran de ji keştiyan barkirîye, ew ne dikarin barî vegerînin, ne Îran dihêle derbasî nav axa Îraqê bibin.

Mehmud Alî herwiha dibêje ku benîzna barkirî malê şerîketa Qeywan e ku, girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

"Em hewil didin hikûmeta herêmê çarekî ji me re bibîne, lê heta niha ti bersîv nestendîye. Em perîşan bûne û nizain çi bikin."

Şofêlên Tankeran li Derbenda Îmam Asê Mane
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG