Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Gemîya Binavbûyî li Tanzanya Zêde Dibin


Karbidestên Tanzanyayî îro Înê ragihand ku tîmên hawarçûnê heta niha termên 136 kesên nav gemîya ku li Gola Victoria binavbûyî peyda kirin.

Karbidest dîar dikin ku hewilên rizgarkirinê didomin, lê ew bi tirs in ku hejmara kuştîyan dikare hîn pirtir be.

Gemîya bi navê MV Nyerere roja Pêncşemê paşnîvro, tenê çend metre ji dûrî bendera Ukerewe binav bûbû. Texmînên destpêkê nişan didin ku di nav gemîyê de pirtir ji 300 kes hebûn.

Berpirsê polîsên xwecîhî Jonathan Shanaîro ji Reutersê ra got ku heta niha 37 kês ji golê hatine rizgar kirin.

Di sala 1996’an de jî li Gola Victoria bûyereke wiha qewimîbû û bi kêmî ve 500 kes jîyanên xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG