Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tariq El Haşimî: Biryara Dadgehê Sîyasî ye


Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî biryara dadgeha Îraqê şermezar kir û got ku ragihandina cezaya îdamê li dijî wî biryareka sîyasî ye.

Haşimî herwiha got ku dadgehkirina wî li Bexda ne rewa ye û ji layê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ve hatîye rêkxistin wek beşek li neyarîya sîyasî.

Cîgirê Serokê Îraqê yê Sunnî li sala bihurî revîya Tirkîyê piştî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan fermana girtina wî da bi tawana terorê.

Dadgeha Îraqî roja Yekşemê ragihand ku Haşimî û zavayê wî berpirs in beramberî kuştina karbidestekê parastinê û parêzerekê Şîe û cezayê Îdamê li dijî Haşimî ragihand.
XS
SM
MD
LG