Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taşdemir: Jin li Tirkîyê Naxwazin Bimirin


Dilan Taşdemir, parlementera HDPê- Agirî
Dilan Taşdemir, parlementera HDPê- Agirî

Di demên dawîyê de li Tirkîyê tundîtujîya li dijî jinan zêde dibe. Piştî kuştina jineke Kurd, bi navê Pinar Gultekin, çalakîyên girseyî li Tirkiyê li diji tunditujîya li ser jinan tên lidarxistin.

Roja Çarşême di salvegera pejirandina Peymana Istanbolê de, li çend bajarên Tirkîyê, ji bo parastina wê peymanê jin derketin kolanan. Di hevpeyvînek de li gel Dengê Amerika, parlementera HDPê ya bajarê Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr helwesta hikûmeta desthilatdar ya Tirkiyê ya betalkirina Peymana Istanbulê şirove kir û behsa giringîya peymanê kir.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr dibeje, Peymana Stenbulê ji bo peşigirtina tundîtujî ya li dijî jinan, di sala 2014an de hatîye pejirandin û Tirkîye ji ew peyman îmze kirîye.

Di sala 2014an de jineke bi navê Nahide Opuz rasti tunditujiya hevjina xwe dibe, tewî ku Opuz ji dezgehên fermî yên Tirkiyê daxwaz dike ku wê biparezin, daxwazên wê tên paşguhkirin. Ji ber wê yekê, parezerên wê serdana Dadgheha Mafê Mirovan ya Yekîtîya Ewrupa dikin û li diji dewleta Tirk doz vedikin, bi hinceta ku dewlet Opuzê ji tunditujiya hevjinê wê neparastîye, jiber wê sedemê AIHM Tirkiyê mehkum dike.

Pisti wê buyerê, ev biryara dadgehê wekî Biryara Opuz tê nasîn û dibe bingêha amedekirina Peymana Istanbulê.

Peymana Istanbulê bi beşdarbûna çendîn dewletên Ewrupa di sala 2014an de tê pejirandin û armanca Peyman ew e ku, dema mirov rastî tunditujiyê tên, divê dezgehên dewletan wan mirovan biparezin. Lê karbidestên hikûmeta AKP'ê dibejin ku ew dixwazin wê peymanê betal bikin ji ber ku ew Peyman ne li gorî çanda Tirkîyê ye.

Parlementer Tasdemir dibeje “Berê tundîtujîya li dijî jinan wekî pîrsgirêka nav malê dihate ditin,ji ber wê jî dewlet nedixwest ku têkîldar bibe. Lê bi tekoşina bi salan ya jinan, êdî ew tundîtujî normal naye dîtin, tişteke taybet ya nav malê nayê hesibandin.

Bi Peymana Istanbulê ew tunîitujiya di nav malê de wekî tawanekê hat qebul kirin û bi wî awayî kesên ku tundîtujiye dikin dikarin werin darizandin. Ji ber wê ji Peymana Istanbul bi navaroka xwe parastina mafê jinan û ji ber wê ji peymanek gelekî giranbûhaye bo mafê jinan”.

Taşdemir dibeje, hikûmeta AKP'ê jî, di sala 2002an vir ve desthilatdare û dixwaze Tirkiyê bi fikir û ramanên xwe biguherîne û nexwaze jin di nav tekoşinê de bin, yan jî, jin xwedî biryar bin.

AKP di demên dawîyê de dixwaze jîyaneke mûhafezekar, netewperest, û dîndar ava bike di nav wê de jî, tekoşina jinan tûne bike. Ev siyaseta AKP'ê ya li herêmên Kurdan li Tirkiyê bi destxistina şaredarîyan, girtina saziyên jinan û zindankirina bi hezaran jinên Kurd destpêkiriye û niha jî desthilatdariyê jinên hemû Tirkiyeyê kirine armanc.

Her wiha Taşdemir dibeje “AKP'e dixwaze peymana zilaman deyne. Çend mehan berê yasek bi ‘Yasaya Infazê’ di parlemantoya Tirkiye de hat pejirandin û li gor wê yasayê zilamên ku tundîtujiya li dij jinan kiribûn hatin berdan”.

dilan tasdemir
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:35 0:00



XS
SM
MD
LG